Karsazî Yazarlar

Zengîniya bêzanîn nanê bêxweyê ye

Zengînîya bêziman, bêzanîn, bêparvekirin, bêrêber wekî nanê bêxweyê ye.

Eger ji bo dîroka zengînî û sermayedariya aborî ya Kurdan lêkolîn pêk bê, wê bê dîtin ku zengîn û dewlemendên Kurd hebûn.

Çandinî, cotkarî, sewalvanî, bazirganî çavkaniyên zenginiyê bûn. Herweha piraniya zengînan serdestê cîvakê jî bûn.

Wekî serekeşîr, axa, beg, mîr û şêx xwedî rol û erkên cudabûn jî. Ev erkê wan di nav cîvatê de derfetên serweriyê dida wan. Bi merdîya xwe, nandariya xwe, zanîna xwe, zengîniya xwe navudengê wan di nav gel û cîvakê de belav dibû.

Zana, şêwirmend, dîndar, mamoste, dengbêj, çîrokbêj ji dîwana wan cuda nedibûn. Lewma şêniyên gundan, eşîran, bajar û navçeyan pêl bi bêl ev kesana zîyaret dikirin, di dîwana wan de gotinên wan, şîretên wan feyde digirtin. Bi saya zengînîya wan pêdawîstî, xwarin, xwekirinên xwe peyda dikirin.

Bi kurt û kurmancî zengînên Kurdan yên berê esîlzade bûn, torinbûn, zana bûn û rêberê cîvakê bûn.

Lê îro dewr û dewran veguherîye. Bîhna wan zengînan nemaye. Eslûfeslê wan bêşop, bêmîrate ye.

Herweha îro, ango bi çaxê modernîzmê re reng û ruçikên zengînan jî, çavkaniya zengîniya zengînan jî, şêniyê zengînan jî guheriye.

Li gor şert û mercên îroyîn derfetên zenginîyê jî, derfetên zengînan jî zêde ye. Lê serweriya zengînan ya cîvakî, manewî û mîrovî mixabin kêm bûye.

Zengînên îroyên bi armanca destxistina pereyan xwe xweniqandine. Her tişt îhmal kirine. Mîrovatî, hevaltî, fedakarî, serwerî, rêbertî, destekarî kêm bûye. Pîvana danûstentinan bi hebûne, bi pereyan ve hatiye kêrt kirin.

Zimanê zengînîyê, rihê zenginiyê, terş û diruşa zenginiyê divê weha nebe. Di vê rewşê de zengînên me ji hêla ruhî ve feqîr in, neçar in, reben in, bende ne. Belê divê em çiqasî bi tijekirina turê peran re serê xwe bihêşînîn, divê ewqasî jî serê xwe bi zanîn, rabûn û rûniştin, danûstendina cîvakî, kulturî û mîrovî re jî bihêşînîn.

Bawer bikin, wê çaxê zenginiya aborî û hevkariya cîvakê wê bigihêje encameke watedar